Nêçîrvan Barzanî bo Joe Biden: Ez dilxwazim bi hev re kar bikin û pêwendiyên xwe bihêztir bikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li serokê nû yê Amerîka yêhilbijartî Joe Biden dike û radigihîne, “Ez dilxwazim bi hevre kar bikin û têkiliyên me bihêztir bibin”

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li serokê nû yê Amerîka yê hilbijartî Joe Biden dike û radigihîne, “Ez dilxwazim bi hevre kar bikin û pêwendiyên xwe yên bihêztir bikin”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” bi peyamekê, pîrozbahî li serokê nû yê Amerîka yêhilbijartî Joe Biden kir.

Nêçîrvan Barzanî nivîsî: “Ji dil pîrozbayîyên xwe pêşkêşî serokê hilbijartî Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris di serkeftina wan di hilbijartinên Serokomariya Amerîkayê de.”

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de dibêje: “Ez bi hêvî me ku em bi hev re kar bikin da ku hevkarî û peywendîyên xwe yên yên dualî bêtir xurt bikin.”