Eniya Aştî û Azadiyê: Divê hemû pêkhate û aliyên siyasî tevlî Rêveberiyê bibin

Şandeke Eniya Aştî û Azadiyê ji bo hin kar û çalakiyan serdana Hewlêrê dikin. Endamên şandê piştevaniya xwe ji diyaliga kurdî - kurdî re tekez dikin.
kurdistan24.net

 

Hewlêr (K24) – Şandeke Eniya Aştî û Azadiyê ji bo hin kar û çalakiyan serdana Hewlêrê dikin. Endamên şandê piştevaniya xwe ji diyaloga kurdî - kurdî re tekez dikin û dibêjin, pêwst e hemû pêkhat û aliyên siyasî yên deverê derbasî wan diyalogan bibin, da ku bi hev re pergaleke nû ya rêveberiyê ragihînin.

Eniya Aştî û Azadiyê, bi mebesta çend kar û çalakiyan, seredana Hewlêrê kirine û radighînin, ew li hevhatina navmala kurdî li rojavayê Kurdistanê girîng û bi pêwst dizanin. Gebriyêl Muşê yek ji damezrênerên Eniya Aştî û Azadiyê ye û Berprisê Ofîs Pêwendiyan ya Rêxistina Asûrî ya Demokratîk e, bi geşbînî behsa diyaloga kurdî – kurdî dike.

Gebriyêl Muşê ji K24ê re got: “Em wek Eniya Aştî û Azadiyê û Rêxistina Asûrî ya Demoqratîk, dilxweş in ji bo diyaloga kurdî – kurdî. Em piştevaniya wê diyalogê dikin. Em dixwezin di rojên dahatû de, hemû pêkhat û netewên deverê bi Asûrî, Siyaran, Kildan, Ereb û Kurdan ve, beşdarî van danûstandinan bibin, da ku rêvebertiya heyî ji nû ve û bi awayekî dadpewerane  seresat bikin.”

Serkirdeyekî din yê Eniya Aştî û Azadiyê dibêje, pêwîst e diyaloga kurdî – kurdî bi serî bibe û wek van danûstandinan ji hemû pêkhat û aliyên siyasî yên deverê re bên encam dan, da ku ew rêvebertiya heye bi awayekî dadperwerane were sererastkirin.

Endamê Damezirêner yê Eniya Aştî û Azadiyê Dawûd Dawûd ji K24ê re got: “Di sala 2014an de em wek Rêxistina Asûrî ya demoqratîk me li gel Rêveberiya Xweser çendîn diyalog encam dan. Lê ew diyalog neçûne serî û pûç bûn. Ji ber ku wê demê biryarên Rêveberiya Xweser tekalî bûn. Lê niha wek Eniya Aştî û Azadiyê, em dixwezin bi hemû pêkhat û netewên navçeyê re beşdarî vê diyalogê bibin, da ku em bi hevbeşî Rêveberiyeke Demoqratîk û bi bawerî ragIhînin.”

Roja 28ê Tîrmeha borî li bajarê Qamişlo, bi beşdariya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), Rêxistina Asûrî ya Demokratîk, Teyar El Xed (Şepêla Pêşerojê ya Sûrî) û Encûmena Erebî li Cizîr û Ferêt, Eniya Aştî û Azadiyê hat damezrandin. Enî li hevhatina nav mala kurdî û pêkhat û aliyên siyasî yên deverê girîng û bi pêwîst dizanin.