Li rojavayê Kurdistanê 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, 131 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 2 pêketiyan jî canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê  û herêmên Rêveberiya Xweser, 131 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 2 pêketiyan jî canê xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kir û ragihand, 2 kesan li Hesekê bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

Dr. Ciwan Mistefa diyar jî, 131 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Haletên hatine tomarkirin wiha ne: 2 kes li Qamişlo, 12 kes li kobanî, 57 kes li Tebqayê, 28 kes li Reqayê, 15 kes li Dêrazorê, 14 kes li Minbicê, 3 kes li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 9 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 5841 kesan, ji wan 839 kes baş bûne û 149 kesan jî canê xwe ji dest dane.