Li rojavayê Kurdistanê 4 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li rojavayê Kurdistanê 88 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 4 pêketiyan jî canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, 88 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 4 pêketiyan jî canê xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kir û ragihand, 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan. Haletên mirinê li Heseke, Dêrik û Qamişlo û Çilaxa ne.

Dr. Ciwan Mistefa diyar jî, 88 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Haletên hatine tomarkirin wiha ne: 36 kes li Hesekê, 14 kes li Qamişlo, 20 kes li Dêrikê, 1 kes li Kobanî, 5 kes li Amûdê, 5 kes li Girkê Legê û 3 kes li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 13 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 5929 kesan, ji wan 852 kes baş bûne û 153 kesan jî canê xwe ji dest dane.