Li şûnwarên dîrokî yên Diyarbekirê konserên Dengê Amîda tên lidarxistin

Ji çanda Kurdî û Diyarbekirê çalakiyên hunerî tên lidarxistin.
kurdistan24.net

 

Diyarbekir (K24) - Projeyeke ku Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê piştgiriya wê dike, li şunwarên qedîm û dîrokê konsertên Amîda tên lidarxistin. Di çarçoveya projeyê de, dê li 10 şûnwarên qedîm û dîrokî konsertên bi hunermendên cuda re bên lidarxistin û ji çanda Kurdî û Diyarbekirê jî çalakiyên hunerî bên pêkanîn.

Li Diyarbekirê li gel bandorên pandemiyê, li şûnwarên xweş û dîrokî konsertên Amîda tên lidarxistin. Rêveber û amadekarên projeyê tînin ziman ku ew bi vê projeyê ciyên dîrokî bi dengên muzîkal re berhev tînin û dewlemendiyên ernigariyê û bajêr jî didin nasîn.

Serokê Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê (DTSO) Mehmet Kaya balê kişand ku ji ber pandemiyê, konsert û çalakiyên şahiyê nikarin bên kirin û gişt baldarî û çalakî li ser înternetê ne. Kaya da zanîn ku ew jî dixwazin bi vê projeyê hem konsertên online çê bikin, hem jî dewlemendî, qedîmî û pirdengî û pir rengiya bajarê xwe bidin nasîn.

Mehmet Kaya ji Kurdistan24ê re ragihand: “Me xwest em li şûnwarên dîrokî û girîng yên bajarê xwe konserên li ser medayayê çê bikin û pêk ve jî wan şûnwaran û taybetiyên wan bidin nasîn. Di rastî de ji bo geştiyarî binesaziyên me gelek qels in û em ji bo têkuz kirina wan jî hewlan didin. Bi vê projeyê em deng û dîmenên dewlemend berhev tînin û pişt re jî emê projeyên ji bo gişt heremê jî berfireh bikin.”

Di çarçoveya projeyê de li şikeftên Hesûnî yekem û li  keleya Zêrzewanê jî duyemîn konser hat lidarxistin û ji aliyê civakê ve jî bi awayekî online baldariyeke baş hat nîşandan.

Rêvebirê Mam Muzîkê ku projeyê jî birêve dibe Şêrko Kanîwar jî tîne ziman ku projeyên wiha ji bo naskirin û danasîna ernîgariya me gelek girîng e û ew jî bi kêfxweşî, her carê bi hunermendên cuda re konsertên cuda li dar dixin.

Şêrko Kanîwar diyar kir: “Li vî bajarî xebatên muzîkê hene û di asteke zanistî û bilind de ye. Perwedehî tên dayîn û zarok û nifşên nû tên gihandin û bi çanda Kurdî. Em hem bi Kurdistanê bidin nasîn hem jî bi dinyayê bidin nasîn. Lê dema ku viya bikin jî liv î bajarê ku ji aliyê dîrokî ve qedîme; ev bername ev konser bi mekanên dîrokî re dibin yekser û rengê dîrokê û denge muzîkê digihînin hev. Kesên ku temaşe û gohdarî dikin jî hem rêwîtiyeke dîrokî, hem jî muzakalî dikin.”

Konsera duyemîn ku li keleya Zêrzewanê hat lidarxistin bi nûnerekî muzîka zaravayê zazakî Mikaîl Aslan re hatibû kirin û hat ragihandin ku dê 8 konserên din jî li xalên cuda yên bajarê Diyarbekirê bên lidarxistin.