Ermeniyên Kelbajarê malên xwe dişewitînin!

Ji aliyê dîrokî û yasayî ve Kelbajar bajarê kurdan e

Navenda Nûçeyan (K24) - Ermeniyên ji bajarê Kelbajarê (Kelbecer, Karvaçar) berî ku bajarî terk bikin malên xwe dişewitînin.

Li gor peymana hatiye îmzekirin divê Ermenistan di 48 demjimêran de bajarê Kelbajar (Kelbecer, Karvaçar), radestî Azerbaycanê bike.

 

Her wiha xelkê ermenî li dibistanan wêneyên qehremanên xwe yê şerî anîn xwarê. Li şûna wan ji bo Azerbaycaniyan peyam nivîsin.

Hinek malbat jî ji bo xatirxwastinê çûn dêra Dadivank.

 

Li gor rêkeftina di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de hatiye îmzekirin; Divê Ermenistan di 48 demjimêran de Kelbajarê teslîmî Azerbaycanê bike.

Her wiha, ji aliyê dîrokî û yasayî ve Kelbajar bajarê kurdan e. Di arşîvên Rûsya û Azerbaycanê yên resmî de ev der "Kurdistan" e. 1920 û serê 1920'yan li vir Herêma Kurdistanê hatibû avakirin.