Rojava.. Derman 400 ji sedê bûhatir bûne!

Heta derman bigihe deverê baja li ser her zêdetir dibe.

Qamişlo (K24) -  Bûhaya nirxê dermanan bûye mijara sereke ku xelkê rojavayê Kurdistanê gilî û hazinan jê dike. Di çend mehên dawiyê de rêjeya bûhayê dermanan 400 ji sedê bûhatir bûye.

Welatî dibêjin, "Li çi welatan nehatiye dîtin ku nexweş nikaribe dermanê xwe bikire. Lê li Rojava ji bê derfetiyê xelk nikare xwe derman bike."

Welatiyek dibêje, "Her tişt gelek bûha bûye. Xelkê me gelek feqîr e. Derman gelek bûha ne. Diçin cem doxtor lê nikarin bikirin."

Welatiyeke din jî dibêje, "Derman gelek bûha ye. Heger du nexweş di malekê de hebin hemû mûçeyê wan diçe. Tişt gelek bûha bûne. Derman nayên kirîn."

Piraniya dermanan ji nav Şam, Heleb û Hûmsê derbasî rojavayê Kurdistanê dibin. Heta derman bigihe deverê baja li ser her zêdetir dibe.

Rêjeya bacê ya li ser her dermanekê 28 ji sedê ye. Hinek dermansaz jî dibêjin, "Ji bilî bacê, derman ji derve jî bûha bûne."

Daketina nirxê lîreya Sûrî jî şiyana kiryariyê qels dike.