Xelef: Eger e tedbîrên tund ên Koronayê li Cizîrê bên girtin

Li rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê zêde dibin û Desteya Tenderustiyê ya Rêveberiya Xweser radigihîne, eger heye tedbîrên nû yên xweparêziyê bêne ragihandin.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê zêde dibin û Desteya Tenderustiyê ya Rêveberiya Xweser radigihîne, eger heye tedbîrên nû yên xweparêziyê bêne ragihandin.

Li rojavayê Kurdistanê hejmara kesên wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 6119 kesan, hejmara kesên bi wê vîrûsê canê xwe ji dest dane jî gihîştiye 158 kesan.

Di wê derbarê de Cîgirê Hevserokatiya Desteya Tendirustiyê Mihemed Xelef ji K24ê re ragihand, ne diyar e ku dê rewş xiraptir bibe, lê hejmara pêketiyan zêde dibe.

Destnîşan kir jî, li Dêrikê û Kobaniyê qedexeya çûnûhatinê hatiye ragihandin, eger e jî li herêma Cizîrê jî qedexe û tedbîrên nû werin ragihandin.

Ev di demekê de ye, ji ber belavbûna zêde ya vîrûsa Koronayê (Covid-19), qedexeya çûnûhatinê ya sînodarkirî li seranserî rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser hatibû ragihandin û 23ê Mijdarê bidawî dibe.