Li Diyarbekirê çêkirina sobeyên zivistanê

"Xaza siruştî belav buye êdî gelek kes wek barê van sobeyan bi kar naynin..."

Diyarbekir (K24) - Di Sûka Şewitî ya Dîrokî ya Diyarbekirê de çêkirina sobeyên daran û sobeyên komirê bo amadekariya zivistanê dest pê kiriye û hosteyên sobeyan jî kare xwe yê zehmet bi salanin didomînin. Lê hoste ji wê yekê bi gilî ne her ku diçe eleqeya bo sobeyên klasîk kêm dibe.

Hosteyê Sobeyan Eyup Bagir ku ji bavê xwe hînî vê pîşeyê buye dide zanîn ku ji ber pandemiyê bavê wî yê 80 salî nikare êdî ji mal derbikeve û hemu bar maye ser pişta wî, lê amaje dike ku gorî sala borî kare wan nabe û wek berê sobe nayên firotin.

Eyup Bagir dibêje: "Bavê min jî êdî îxtiyar buye nexweş e nikare kar bike, ez ji wî hîn bume didomînim. Xaza siruştî belav buye êdî gelek kes wek barê van sobeyan bi kar naynin. Bi pêşketina teknolojiyê êdî xelk berê xwe nadin van sobeyan, amurên nu hêsantir dibînin."

Hosteyê sobeyan Eyup Bagir dide zanîn ku berê wan dikarî dahateke gelek baş ji sobeyan bistînin, lê bi pêşketina teknolojiyê girîngiya kare wan jî wek berê nema ye û dibêje her çiqas bihayê sobeyan guncav be jî xelk êdî berê xwe didin amurên teknolojik û ev yek nirxê keda destan jî dadixîne.

Derheqê bûhayê sobeyan de jî dibêje: "Yên malan 100 lîreyî ne, 70 lîreyî ne. Niha hun jî dibînin Suk vala ye. Sala borî vî demî rewş dîsa ne wisa bu, heta niha me ji 20î zêdetir sobe firotibun, niha herî zêde 6-7 çune. Îsal serma jî derneg dest pê kir, hîn jî hewa germ e. Dema ku hewa sar bibe xelk berê xwe didin sobeyan."

Hosteyê Sobeyan Eyup Bagir balê dikêşe ku berê li Sûka Şewitî ya navdar û dîrokî de bi dehan kargehên sobeyan hebun û hosteyên sobeyan ber bi zivistanê ve bênavber sobe çêdikirin ku denge çêkirina sobeyan di sukê de deng vedida, lê hostetiya sobeyan jî ketiya nava pîşeyên ku ber bi nemanê ve diçin. (Peyamnêr: Mahîr Yuksel, Kameravan- Montajer: Hakan Erkiran)