Trûmp serfiraziya Biden qebûl dike û piştî 2 demjimêran poşman dibe!

Trump îddîa dike ku destûr nedane çavdêr beşdarî pêvajoya hejmartina dengan bibin û...

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump, sebaret bi hilbijartinan qebûl kir ku Joe Biden serkeftî ye lê piştî 2 demjimêran gotina xwe gûherî û got, "Ji ber ku hîle kiriye serkeft û ez bi çi awayî vê qebûl nakim."

Trump îddîa dike ku destûr nedane çavdêr beşdarî pêvajoya hejmartina dengan bibin û kompaniyeke bêserûber û çepgirê radîkal deng birêkûpêk (tasnîf) kirine.

Trump, vê kompaniyê wekî "sextekar" bi nav dike.

Trûmp li ser hejmara xwe ya Twitterê de îddîa dike ku, Biden tenê li gor "medyaya sexte" serkeftiye û dibêje, "Riyeke dirêj li pêş me ye".