Qerebax... Civînên Rûsya û Tirkiye bêencam man!

Pispor dibêjin: Tirkiyê tu encamek bi dest nexistiye lê bi hêviyekê biryara berdewamiya cîvînan hate dayîn.

Enqere (K24) - Piştî ku di navbera Azarbaycan û Ermenîstanê de li ser şerê Qerebax a Çiyayî agirbest hate ragihandin, di mijara li Qerebaxê avakirian navendeke çavdêriyê û hêzeke aştîparêz şandeyên Rûsî serdana Tirkiyê kirin, bi wezareta karên derve û ya berevaniya Tirkiyê re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtinên ku du rojan berdewam kirin de, biryar hate dayîn rojên bê de ev civîn navbera aliyan de careke din bên kirin. Beriya van hevdîtinan rayedarên Tirkiyê ragihandibûn ku ew ê li ser masê û li qadê bin û leşkerên Rûsyayê li ku bên bicihkirin ew ê jî li vê derê bin.

Lê belê serokê saziya lêkolînên Kafkasyayê Prof.Dr.Hasan Oktay diyar dike ku encamên hevdîtinan û helwesta Rûsyayê dide xuyakirin ku Tirkiyê tu encamek bi dest nexistiye lê bi hêviyekê biryara berdewamiya cîvînan hate dayîn.

Serokê Navenda Lêkolînên Kafkasyayê Prof.Dr.Hasan OKTAY dibêje:

"Tirkiye di proseya şerê Qerebaxê ya 44 roajan de taybetî jî di rojên dawî ya şer de bendewariya wê ev bû kul i ser maseya çareseriyê û din ava hêzên aştîparêz de cih bigre. Lê belê dema ku em berê xwe didin encamên civînan û helwesta Rûsyayê Tirkiye ne li ser masê ye ne jî din ava hêzên aştîparêz de ye. Yanî civînên li Tirkiyê bêencam mane. Lê Tirkiye ji bo ku hebûna xwe ya li ser maseyê ji Rûsyayê bide qebûlkirin dê van civînan bidomîne.

Li gel mijara Qerebaxê hate ragihandin ku şandeyek Rûsî ya din jî di wezareta karên derve ya Tirkiyê de mijara vekêşîna Tirkiyê ya li Sûriyê jî bi rayedarên Tirkiyê re nîqaş kiriye û li gorî hin pisporan piştî civînên du rojan biryar hate dayîn ku Tirkiye çend xalên din yê çavdêriyê û demeke nêz de jî tevahiya Sûriyê de vekêşe."

Pisporê Rojhilata Navîn Hasan Mesut ONDER jî dibêje:

"Nûnerê taybet yê Putîn ev yek ji rayedarên Tirkiyê re got, piştî ku Sûriye ji nû ve tê avakirin û penaber vedigerên welatê xwe hûnê jî temamî ji Sûriyê derkevin û Tirkiyê ev yek lixwegirtiye. Rûsya niha li Sûriyê aktorê sereke ye û ji bo ku Tirkiyê temamî li wê derê derxîne dê fişarên xwe zêde

bike ser Tirkiyê û dê demeke nêz de Idlibê çareser bike. Herwiha Rûsya ji Tirkiyê dixwaze 4 xalên xwe yên çavdêriyê yên din jî vala bike.

Herwiha piştî civînên du rojan yên li Tirkiyê biryar hate dayîn ku di nava hefteyê de rayedarên Tirkiyê jî bi şandeyeke berfireh biçin Bakûya paytexta Azarbaycanê. Li wê derê jî bi beşdariya rayedarên Rûsya, Azarbaycan û Tirkiyê civîneke sêqolê dê bê lidarxistin û piştî vê civînê dê biryar bê dayîn ku dê rol û erka Tirkiyê çi be."
(NÛÇE: Vural ERÎŞMÎŞ, KAMERA û MONTAJ: Eren GÛVENDÎK)