Kompaniya Moderna serkeftina derziya li dijî koronayê ragihand

Kompaniya Moderna a Amerîkî vaksîna li dijî vîrûsa koronayê (Covid-19) berhem aniye û hemû qonaxên cerbandinê bi awayekî serkeftî derbas kiriye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniya Moderna a Amerîkî, ku vaksîna li dijî vîrûsa koronayê (Covid-19) berhem aniye û hemû qonaxên cerbandinê derbas kiriye, serkeftina vaksînê ragihand.

Serokê Cîbicîkar ê Kompaniya Moderna Stephane Bancel diyar kiriye: “Ceribandina herî dawî ya li ser wê vaksînê, yekem bawerî da me, ku şiyana derziya me heye rê li ber pêketina koronayê bigre, heta rêgirî li rewşên tund ên pêketinê jî dike.”

Stephane Bancel tekez kiriye ku asta bandora derziyê li ser %94 e.

Bancel herwiha eşkere kiriye; ev vaksîn li ser 30 hezar kesan hatiye ceribandin.

Serokê Cîbicîkar ê Kompaniya Moderna dibêje ku heta sala bê, 500 milyon heta milyarek derziyên li dijî koronayê dê amade bibin.