Kiran: Di şerê Qerebaxê de Rûsyayê Ermenistan ceza kir

Çavdêrê siyasî Abdullah Kiran li ser şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê yê li herêma Qerebaxê diyar kir: Rûsyayê Ermenistan ceza kir.

 

Hewlêr (K24) – Çavdêrê siyasî Abdullah Kiran li ser şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê yê li herêma Qerebaxê ragihand: “Evê operasyona hanê bi awayekî giştî gava ku em lê dinêrin, bi ya min Rûsyayê Ermenistan ceza kir.”

Abdullah Kiran beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser mijara peymana Azerbaycan û Ermenistanê ya li ser herêma Qerebaxê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Tevî ku li Azerbaycanê serbazên Tirkiyê hene, gelo çima Tirkiye tezkereya şandina hêz bo Azerbaycanê ji parlementoya xwe dixwaze, Abdullah Kiran diyar kir: “Tirkiye li gor peymana ku di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de çêbûye, ewê li herêma Qerebaxê hêzeke leşkerî ya aştîparêz were bicihkirin. Ji ber vê yekê bi awayê ku di destpêkê de kişf bû, hat gotin ewê tenê hêzên Rûsyayê li wê derê bi cih bibûna, lê niha Tirkiye dibêje bi awayê ku me li hev kiriye, ewê hêzên Tirkiyê jî li vê herêmê ji bo parastina aştiyê li wê derê bê bicihkirin. Loma ev tezkere çû Meclisa Tirkiyê.”

Li ser helwesta Rûsyayê di şerê herêma Qerebaxê de, Abdullah Kiran destnîşan kir: “Evê operasyona hanê bi awayekî giştî gava ku em lê dinêrin, bi ya min Rûsyayê Ermenistan ceza kir. Gelo çima ceza kir? Her wekî ku tê zanîn serokatiya Paşînyan ji serê sê salan ve ye dixwaze Ermenistanê nêzîkî Ewropa û Amerîkayê bike û herwiha li welatê xwe sîstemeke demokratîk bide rûniştandin. Sîstema ku dixwest bide avakirin jî, sîstemeke Ewropî bû. Lê em dizanin ku Rûsya bi ti awayî destûr nade vê yekê, çimkî Rûsya, Ermenistanê, Azerbaycanê weke baxçeyê pişt mala xwe dibîne. Ji destpêkê ve ev kar bi vî awayî bû. Loma desthilatiya Rûsyayê xwest ku bi awayî çawa ku çend sal berê Gurcistanê jî hemleyek wisa kiribû ku ji bin bandora Rûsyayê derkeve û herwiha ew jî nêzîkî Ewropa û Amerîkayê bibe, çawa ku wê çaxê Rûsyayê ew ceza kir, bi ya min vê carê jî Rûsya Ermenistanê ceza dike û dixwaze bi Ermenistanê bide zanîn ku Ermenistan baxçeyê pişt mala wê ye, ew heta ku destûr nede, Ermenistan nikare ti tiştekî çêke.”

Li ser pirsa “Rûsya tevî ku li herêmê bi ser ketiye, çawa destûr dide Tirkiye li herêmê plan û berjewendiyên xwe bisepîne?”, Abdullah Kiran diyar kir: “Sê çar salên dawî têkiliyên Rûsya û Tirkiyê gelek gelek baş in. Eger em li van têkiliyan, vê danûstandinê binêrin, em bêjin ji van welatan kî bêtir bi ser ketiye, kara kîjan alî pir e, ez dikarim sedî sed bibêjim ku Tirkiye bi vê siyaseta xwe ya têkiliya bi Rûsyayê re, gelek gelek tişt bi dest xistin. Em dizanin ku mesela Efrînê heta ku Rûsya destûr neda vî karî, pêk nedihat.”