Zêbarî: Divê Iraq xwe ji bo senaryoya herî xirab amade bike

Wezîrê berê yê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî li ser metirsiya salvegera kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis, hişyarî da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê berê yê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî li ser metirsiya salvegera kuştina serkirdeyê Feyleqa Qudsê ya Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Heşda Şe'bî Ebû Mehdî Muhendis, hişyarî da.

Hoşyar Zêbarî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Êrîşên mûşekî yên ser Devera Kesk a li Bexdayê, hilçûneke metirsîdar e ji aliyê milîsên çekdar ve.”

Zêbarî eşkere dike: “Di salvegera kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis de rewş dê xirabtir bibe, divê hikûmeta Iraqê, xwe ji bo îhtimalên herî xirab amade bike.”

Şeva 17ê vê mehê, li taxeke ewle ya bajarê Bexdayê, çar mûşek arasteyî Devera Kesk a Bexdayê hatin kirin û Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê milîsên alîgirên Îranê tohmetbar kir û ew weke encamderên êrîşa mûşekî bi nav kir.