Fransayê dijayetiya xwe li ser rola Tirkiyê ya li Qerebaxê nîşan da

Parîs ji rola ku Tirkiye li herêma Nagorno-Qerebaxê dilîze, nîgeran e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Fransa ji rola ku Tirkiye li herêma Nagorno-Qerebaxê dilîze, nîgeran e û daxwaz dike ku ji aliyê civaka navnetewî ve serperiştiya agirbesta Qerebaxê were kirin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan re axivî.

Di peywendiya telefonî de Emmanuel Macron bo her du aliyên Azerbaycan û Ermenistanê tekez kir ku Parîs dixwaze koma "Minsk" roleke zêdetir bilîze û çavdêriya rewşa agirbesta navbera herdu aliyan bike.

Emmanuel Macron eşkere kir; ew ê hewl bide ku serperiştiya navdewletî ji bo çavdêrîkirina agirbesta Qerebaxê pêk were û zemîn were guncawkirin ji bo vegerandina awareyan û derxistina çekdarên biyanî yên li wê herêmê,bi taybetî çekdarên Sûrî ku bo wê deverê hatine veguhestin.

Mijara herêma Nagorno-Qerebaxê, bûye yek ji wan mijarên ku di navbera Enqere û Parîsê de nakokî li ser e û Fransa di wê baweriyê de ye ku Enqere li paş derketina şerê Qerebaxê ye, lewra li dijî Ermeniyan piştevaniya Azerbaycanê dike.