Wezîrê Derve yê Tirkiye serexweşî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglo îro pêwendiyeke telefonî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêwendiyeke telefonî ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglo ve pê gihîşt..

Wezîrê Derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu bi boneya koça dawiyê ya Parêzgarê Hewlêrê Diktor Firset Sofî û kesayetiyê navdar ê devera Barzan Şêx Mehmûd Şêx Ebdula Barzanî serxweşî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasîya Wezîrê Derve yê Tirkiye kir, ji ber ku wê pêwendiyê û hevxemiya wî.

Di tewereke din a pêwendiyê de guftûgo lderbarê pêwendî û hevahengiya di navbera her du aliyan de ji bo rûbirûbûna vîrûsa Korona û pevguhartina pisporiya tendirûstiyê di vê derbarê de de hat kirin.