Cotyarên rojavayê Kurdisanê dest bi çandina genim kirin

Cotkarên rojavayê Kurdistanê gazinan ji ber zehmetiyan û buhabûna semadê dikin.
kurdistan24.net

 

Qamişlo (K24) – Cotkarên rojavayê Kurdistanê dest bi çandina dexl û danên xwe kirin, lê gazinan ji ber zehmetiyan û buhabûna semadê dikin. Rêveberiya Xweser jî dibêje, wan gelek alîkarî pêşkêşî cotkaran kiriye.

Çandina ceh û genim û amadekariya ji werzê nuh li rojavayê Kurdistanê berdewam e. Piştî barîna yekemîn baran cotkar dest bi çandiniyê dikin, lê di rewşa heyî de gelek zehmetî li pêş cotkaran hene. Mesrefa dexlan gelek e û berhema mûsim ne herdem baş e, ji ber wilo catkar dibêjin, çandinî êdî nema dibe jêderê sereke ji aboriya malê re.

Desteya Abûrî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser dibêje, wan genim bi 360 Lîreyên Sûrî bo her 1 kîloyekê li cotkaran belav kiriye û ev nirx erzan e. lê buhabûna semadê ne di destê rêvebiriyê de ye ji ber ku ji dervî rojava derbas dibe lê niha hewl didin û erzan tir bifroşin cotkaran.

Di salên buhûrî de û bi sedema bilindbûna nixrê Dolarê Amerîkî li hember Lîreya Sûrî, mesref û têçûna dexl û zadan gelek bilind bû, eger dexil avî be û were semadkirin, tevî kirêya destê karkeran û alavên çinîn û çandiniyê, dê berhem bê sûde be.