Mesrûr Barzanî: Ji sala bê ve her welatiyekî Herêma Kurdistanê dibe xwedî nasnameyeke dîjîtalî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di merasîma îmzekirina girêbesta di navbera Wezareta Navxwe û kompaniyayeke Almaniyayî de gotarek pêşkêş kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma îmzekirina girêbesta di navbera Wezareta Navxwe û kompaniyayeke Almaniyayî de di warê sîstêmên çûnûhatinê de got : “Ji sala bê ve her welatîyekî Herêma Kurdistanê dê bibe xwedî nasnameyeke dîjîtalî”.

Îro serê sibehê 25.11.2020 li Hewlêrê merasîma îmzekirina girêbestê hat lidarxistin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî hem serpereştariya merasîmê kir û hem jî tê de gotarek pêşkêş kir û behsa giringîya girêbestê kir.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragihand, “Ber wê yekê diçin, dawî li karê kaxizî bînin. Ji berk u zehmet e welatî bi dehan demjimêran dema xwe bi westanê winda bikin, ji bo encamdana muamle û karûbarên xwe. Di demekê de, divê di dmeeke kurt û bi lez bi şêweya online muameleyên welatiyan bêne temamkirin. Dawîanîna karê kaxezî û dabînkirina xizmetkariyên dîjîtalî ne xwastek e, belkû ti riyeke din li pêş me nine, yan divê bi teknolojiyê re bi pêş bikevin, yan jî di rabirdûyê de bimînin.”

Herwiha got: “Bê gûman, bikaranîna teknolojiyê, ne tenê akîtîvî û şefafiyetê li karê hikûmetê zêde dike, lê di heman demê de alîkariya me dike ku karûbarên xwe dîjîtal bikin û kalîteyê wek welatên pêşkeftî yên cîhanê re baş bikin. Bi rêya vê yekê welatiyên Kurdistanê, damûdezgeh û xwediyên kompanyên sektora taybet dikarin bi hêsanî û bilez xwe bigehînin xizmetkariyên giştî.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Ji ber vê yekê em kêfxweş in ku îro girêbestek di navbera Wezareta Navxwe û grûpa Muhlbauer a Almanî de ji bo deranîna moleta ajotinê û xizmetkariyên tomarkiririna otombîlan bikin.”

Mesrûr Barzanî got: “Karîgeriya vê projeyê di berjewendiya kerta giştî de ye: Ji sala bê ve her welatîyekî Herêma Kurdistanê dê bibe xwediyê nasnameyeke dîjîtalî. Ev jî dê sîstema yekem a agahdariya rûniştvanên me çêbike ku pêşmerc e ji bo pêşkêşkirina xizmetkariyên dîjîtalî. Ya yekem xizmetkariyên ajokar û tomarkirina otomobîlan e ku dê zêdetir ji 2 milyon welatî sûdê jê bibînin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ji bilî van xizmetkarîyan, nivîsgeha Serokêwezîr bi tîma Cîgirê Serokwezîr Kak Qubad re ji nêzîk ve kar dikin, da ku bi baştirîn û bi asanî xizmetkarîyan ji xelkê re pêşkêş bikin.”

Herwiha got: “Îmzakirina vê girêbestê beşeke giring a hewlên Hikûmeta Herêmê ye ji bo çaksazî û modernkirina xizmetkarîyên hikûmetê  li seranserî Herêma Kurdistanê. Em dixwazin bibin hikûmeteke dîjîtalî ya rasteqîne, da ku xercîyê kêm bikin û nerînekê di navbera wezaretên cuda de çêbikin ku bibe sedema aw pêşxistina awayê biryardanê û gihandin û pêşkêşkirina xizmetkariyan.”