Li rojavayê Kurdistanê 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, 2 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dan û 96 pêketî jî hatin tomarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, 2 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dan û 96 pêketî jî hatin tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, di 24 demjimêrên borî de mêrek li Dêrikê û jinek li Hesekê bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 96 kes bi vîrûsa Koronayê ketine. Ji wan, 8 kes li Hesekê, 6 kes li Qamişlo, 4 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 1 kes li Dirbêsiê, 11 kes li Kobanî, 22 kes li Tebqayê, 2 kes li Minbicê û 27 kes li Reqayê û 12 kes li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 4 kes ji wî vîrûsê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 6787 kesan, ji wan 984 kes baş bûne û 185 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Ji bo rêgirtin li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê, ji sib eve qedexeya giştî ji bo 10 rojan li Heseke, Qamişlo, Tebqa û Reqayê dikeve warê bicihkirinê.