Derziya Çînê ya li dijî koronayê, li Diyarbekirê hat ceribandin

Tirkiyê cara ewil di meha Îlonê de li ser xebatkarên tendirustiyê hatibû ceribandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Derziya Çînê ya li dijî vîrûsa koronayê (Covid-19) ku li Tirkiyê cara ewil di meha Îlonê de li xebatkarên tendirustiyê hatibû lêdan, li Diyarbekirê eleqeyeke mezin dît.

Vaksîna ku li Çînê hatiye berhemanîn û li Tirkiyê di 16ê Îlonê de cara ewil li ser xebatkarên tendirustiyê hatibû cerbandin, niha li ser welatiyên xwebexş tê ceribandin.

Yek ji navendên ceribandina vaksînê, Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ye û niha serlêdanên welatiyên xwebexş têne wergirtin.

Li Diyarbekirê rojane nêzîkî 20 kes ji bo derziya Çînê serlêdan dikin û li ser du welatiyan, vaksîn hat ceribandin.