Xelkê Rojava: Biryara qedexeyê li ser me bargiranî ye

Biryara qedexeya çûnûhatinê ya ji bo 10 rojan îro li 4 herêmên rojavayê Kurdistanê ket warê bicihkirinê, lê xelk û bi taybet malbatên karkeran gazinan ji biryara qedexeyê dikin û dibêjin karînên wan yên aborî tune ne ku bikarin hemû pêdviyên xwe ji bo 10 rojan bikirin û xwe xwedî bikin.
kurdistan24.net

 

Qamişlo (K24) – Biryara qedexeya çûnûhatinê ya ji bo 10 rojan îro li 4 herêmên rojavayê Kurdistanê ket warê bicihkirinê, lê xelk û bi taybet malbatên karkeran gazinan ji biryara qedexeyê dikin û dibêjin karînên wan yên aborî tune ne ku bikarin hemû pêdviyên xwe ji bo 10 rojan bikirin û xwe xwedî bikin.

Welatiyê ji Qamişlo Mihsin Cuma ji K24ê re got: “Her kes dizane, kesê karker heger rojekê kar neke, nikare nanê malbata xwe peyde bike. Roja berî qedexeyê tê dîtin ku hemû xelk tiştê pê gerek e yan ne gerek e dikire, ji ber ku neçar e pêwîstiyên xwe ji bo 10 rojan dabîn bike. Ew kesên kareker û hejar, nikare pêwîstiyên mala xwe ji bo 10 rojan deyne.”

Di rojên qedexeya giştî de, ji bo 10 rojan dê her cih bêne girtin, ji ber wê jî di rojên berî qedexeyê de, bazirganan her tişt giran kirine. Dukandar jî dibêjin, gelek gazinên welatiyan ji buhabûna nirxê xwarin û şînkahiyê hene. Herwiha şînkahiya dikirin jî, têra wan ji bo 10 rojan nake. Ji ber wê daxwaz dikin, di rojên qedexeyê de duhanên xwarinê bêne vekirin.

Rêveberiya Xweser biryar da ku qedexeya giştî 10 rojan berdewam be. Lê heta niha ne diyar e, qedexe dê berdewam bike yan na, ew jî li bi rêjiya pêketin û mirina bi vîrûsa Koronayê ve girêdayî ye ku rojane û bi awayekî berçav bilind dibe.

Desteya Tendirustiyê hişyariya wê yek dide, bi hatina demsala Zivistanê re, dê hejmara pêketiyên Koronayê bilindtir bibe, ji ber wê qedexeya çûnûhatinê dê rêjeya pêketina bi Koronayê kêmtir bike.