Gazproma Rûsî li Herêma Kurdistanê berhemanînê zêde dike

Gazproma Rûsî plana zêdekirina karên xwe yên li Herêma Kurdistanê radigihîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Gazproma Rûsî plana zêdekirina karên xwe yên li Herêma Kurdistanê radigihîne.

Kompaniya Gazprom a Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand; heta niha jî girîngiyeke mezin dide zêdekirina karên xwe li bazara Herêma Kurdistanê.

Gazprom destnîşan dike ku Rojhilata Navîn di çarçoveya berjewendiyên stratejîk ên kompaniyê de ye.

Di daxuyaniya Gazpromê de hatiye diyarkirin; tevî astengiyên ku ji ber vîrûsa koronayê derketine holê, îsal di cîbicîkirina projeyan de li herêmê berdewam bûn û li bîra çar a li kêlgeha Serqerla ya li Germiyanê dixebitin û asta berhemanînê ber bi zêdebûnê ve diçe û li Herêma Kurdistanê ji destpêka berhemanînê ve, li kêlgeha Serqela heta niha çar milyon ton petrol hatiye berhemanîn.