Şanoya derheqê 'talana Heskîfê' de Keypa 12500 dilê temaşevanan sot!

Stenbol (K24) - Li gel hemû daxwaz û nerazîbûna gelek sazî, dezgeh û rêxistinên navxweyî û navnetewî li ser çemê Dîcleyê bendava Ilisuyê hat çêkirin û bajarê dîrokî yê bakûrê Kurdistanê Heskîf bi hemû dîrok û xwezaya xwe ya taybet ve dibin avê de ma.

Yek ji şanogerê Kurd Tuncay Ozel jî ji bo ku balê bikşîne li ser talankirina vî bajarê ku bûyî stargeha çendîn şaristaniyan şanoyeka binavê Keypa 12500 çêkir. Ozel dibêje rewşa dawî ya Heskîfê xemgîniyek mezin di dilê wî de çêkiriye û ew dixwaze bi rêya şanoyê hişmendiyekê dinav civakê de çêke da ku êdî rê neyê dayîn ev tişta li Heskîfê hatî kirin bê serê tu cihên dî yên Kurdistanê.

Şanoger Tuncay Ozel dibêje, "'Niha rewşek wisa heye ku ne dîrokê dihêlin,ne xwezayê dihêlin ,ne daristanan dihêlin her tişt tê talankirin.Belê îro Heskîf di bin avê de ma em ji xwe em êdî nikarin Heskifê xelas bikin tiştek wisa ji deste me nayê.Lê ev tişt heye ji ber ku pêl bi pêl hêdî hêdî van tiştan dikin em nizanin çi çêdibe.Daxwaza min ewe ku em ji wan re bibin asteng.Belê li Heskîf talan kirin kî dizane piştî niha heman tiştê li sûrên Diyarbekirê,Cizirê û Dêrsimê nakin?Armanca vê lîstike çêke.''

Kesên hatîn temaşeyî şanoyê jî kirin dibêjin ji destdana vî bajarê dîrokî û xweş êdî bûye kul û derdê wan lê pêwîste bi rêya çalakiyan Heskîf zindî bê hiştin da ku ew ji bo parastina cihên wisa zêdetir bixebitin.

Stranbêj Ezîzko xemginiya xwe tîne ziman û wiha dibêje: ''Cara yekemîne ez têm şanoyekê xemgîn dibim. Xwezî ev tişt nehatiya sere Heskîfê û em nehatiyan şanoya wê. Mixanin ev tişt li ber çavê me hemûyan çêbû û em îro şanoya wê temaşe dikin.

Welatiyê bi navê Sîdar ku xemgînî û serbililndî pêkve jiyaye dibêje: ''Heskîf dîroka me bû mixabin piştî niha êş û kula me ye.Ji ber vê yekê ne tenê ez xelkê Kurdistanê hemî gelek xemgîne.Xwezî wisa me nebûya me Heskîf wenda nekiriya.Êdî mixabin Kurd bi rêya Şano,edebiyat,mûzîk,lîstik derde xwe dikarin nîşan bidin.Ev şano gelekî serkeftîbû ji wî alî ve kêfxweşbûn lê ji aiyê di ve gelek xemgîn bûm.''

Ev şanoya ku Tuncay Ozel bi xwe nivîsî û lehîstî ev cara yekemîne tê nîşandan. Tuncay dibêje "rihê Heskîfê heye û Heskîf bi rêya vê şanoyê dixwaze hesabê qetilkirina xwe ji mirovan bixwaze û derdên xwe bide nîşandan."