Pispor: Tirkiye dê ser daxwaza Azerbaycanê li Qerebaxê bicih bibe

Pisporê Rojhilata Navîn Can Acun dibêje, "Rûsya di rastiyê de qet naxwaze Tirkiye li Azerbaycan û derdora Qerabaxê leşkerên xwe bicih bike.

Enqere (K24) - Piştî ku şerê li ser Qerebaxa Çiyayî bidawî bû niha jî li ser statûya vê derê nîqaş têne kirin. Senatoya Fransa ragihand ku ew komara Qerebaxê ji niha ve nas dikin lê Tirkiye vê yekê bi tundî red dike. Herwiha navenda çavdêriyê û hêzên aştîparêz jî ku Tirkiye û Rûsya dê ava bikin hêj ava nebûye. Herwiha bi biryara parlementoya Tirkiyê artêşa Tirkiyê salekê dê li Azerbaycanê bimîne.

Bi boçûna pisporê rojhilata Navîn Can ACUN heta ku Rûsya li qadê be Tirkiye nikare li Qerebaxê bicih bibe lê belê Tirkiye niha hewl dide bi dawaza Azerbaycanê li Qerebaxê aregehen leşkeri ava bike.

Pisporê Rojhilata Navîn Can Acun dibêje,

Can Acûn, Pisporê Rojhilata Navîn û Stratejiyê
Can Acûn, Pisporê Rojhilata Navîn û Stratejiyê

"Rûsya di rastiyê de qet naxwaze Tirkiye li Azerbaycan û derdora Qerabaxê leşkerên xwe bicih bike. Di mijara hêzên aştî parêz û navenda çavdêriyê de jî Rûsya hebûna Tirkiyê eciz e. Lê Tirkiye hewl dide bi daxwaza Azerbaycanê cihê ku dixwaze baregehên xwe yên leşkerî ava bike. Vê çaxê Rûsya jî nikare mudaxaleyê Tirkiyê bike."

Li gel vê yekê li ser gotina Komara Qerebaxê jî pisporê saziya lêkolînên stratejîk Mîthat Îşîk jî ragihan ku hêj li qadê aramiyek peyda nebûye û ve gotin ji bo aşitiyeke mayînde xeter e. Herwiha IŞÎK dibêje li Qerebax û herêmê çareserî û aşitî tenê bi destê Rûsya û Tirkiyê çênabe.

Pispor Mithat Işik sebaret bi metirsî û xetereya deverê dibêje,

Mithat Işik, Pisporê Stratejiyê
Mithat Işik, Pisporê Stratejiyê

"Gotina Komara Qerebaxê li ser asayîbûna rewşa herêmê xetereyeke û dibe sedema destpêkirina şer. Ev gotin dê aştiya hatiya avakirin jî têk bibe. Aştiya li herêmê jî tenê bi destê Rûsya û Tirkiyê çênabe. Gurcîstan, Ukranya û Îran jî di nav de li başûrê Kafksyayê dikarin bi hew re aramî û ewlehiya wê derê ava bikin. Lê niha binavlêkirina vê derê dê careke din bibe sedema aloziyan."

Di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de li ser Qerebaxê di 27ê Îlonê de şer derketibû û ev şerê ku nêzîkê 44 rojan berdewam kir bi hewlên Rûsyayê bidawî bû. Niha jî di navbera Tirkiye, Rûsya, Fransa û çendîn Welatên Ewropayê de dê mijara Qerebaxê çawa bê çareserkirin cihê meraqê ye.