Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê kir

Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê li Selaheddîn, pêşwaziya Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Hêzên Çekdar ên Brîtanyayê James Heappey kir.

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê li Selaheddîn, pêşwaziya Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Hêzên Çekdar ên Brîtanyayê James Heappey kir.

Di hevdîtinê de Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Hêzên Çekdar ên Brîtanyayê pêzanînên welatê xwe ji bo rola hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê li têkşikandina terorîstên DAIŞê de dûpat kir.

Herwiha tekezî li ser daxwaza Brîtanyayê ya berdewambûna li yarmetîdan û meşq û rahênana hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna gefên terorê de kir.

Derbarê rewşa Iraqê de jî Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Hêzên Çekdar ên Brîtanyayê ragihand ku pêwîst e hevsengiya siyasî û aborî di nav pêkhatên Iraqê de hebe.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasiya welatê Brîtanyayê kir ku di şerê DAIŞê de yarmetîderê hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê bûye û hêviya berev pêşveçûna zêdetirê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê xwest.