Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsya yê li Iraqê kir
Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro çarşemê 2yê Kanûna 2020an li Selaheddîn pêşwaziya Balyozê Rûsya yê li Iraqê Maksîm Maksîmov û şandeke li gel wî kir.
Di hevdîtinê de Balyozê Rûsya yê li Iraqê silavên Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Mikhail Bogdanov bi Serok Barzanî gihand.
Her di vê hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyê guftûgo kirin û herwiha bal kişandin ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Di beşeke din a civînê de tekezî li ser berfirehtirkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Rûsyayê de kirin.