Li rojavayê Kurdistanê bazek spî hat girtin

Li rojavayê Kurdistanê bazekî spî hat girtin ku ji heyama 5 salan ve nehatiye dîtin.
kurdistan24.net

Qamişlo (K24) – Li rojavayê Kurdistanê bazekî spî hat girtin ku ji heyama 5 salan ve nehatiye dîtin. Nêçîrvan dibêjin ku karê nêçîrê dîrokî ye û nirxê bav û kalan e herwiha gelek şert û mercên vî karî hene.

Ji destpêka rojê ve Hemîd û Ebdilrezaq berê didin çolê û çavê wan li ezmanan e. Niha werzê nêçîra teyrên baz e. Alavên nêçîrê tên amadekirin û tore li derdora lingê kevok û qitikan tê gerandin û li ezmanan tên firandin. Şensê wan baş e ku berî du rojan bazekî sipî girtin ku ji heyama 5 salan li deverê nehatiye dîtin û girtin. Ebdilrezaq dibêje ta niha bazirganan 75 milyon Lîreyên sûrî bi vî bazî dane, lê nirxê wî 100 milyon e.

Liv û tevgera teyran tê şopandin. Hemîd dibêje, 2 werzên koçberiyê hene di heyva 3 û 8 de, teyr li devera germahiya normal digerin. Koçberiya wan ji Rûsya û Efganistan bo Afrîqyayê ye û berûvajî wê dibe. Helbet şert û mercên vî karî gelek in ku nabe nêçîrvanek di devera yê din de nêçîrê bike. Herwiha xwedîkirina teyran jî ne karekî hêsan e.

Îsal tenê ev bazê spî hatiye girtin û herwiha 113 şahîn hatine girtin. Hemû nêçîrvan Sûriyê bi hev re têkildar in û teyrê tê girtin hemû agahdar dibin û bazara zêdebûnê bo kirîna wî vedibe. Ev kar dîrokî ye, wekî ku ev kes dibêjin û ji bilî bazirganiyê nirxê bav û kalên wan e û nîşana azadiyê ye.