Mesrûr Barzanî: Rola zanayên olî di pêkvejiyanê de cihê pesnê ye

Mesrûr Barzanî: Rola zanayên olî di geşekirina hizra miyanrew û pêkvejiyanê de cihê pesnê ye
Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera 50emîn a damezirandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê, peyamek arasteyî serok û endamên wê yekîtiyê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama xwe arasteyî serok û endamên Nivîsgeha Cibicîkar û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê kir û tê de hat: “Di salvegera pêncî saliya damezirandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê, pîrozbahiyê li we û tevahiya mamosteyên olî li Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand: “Zanayên ola îslamê, roleke wê ya girîng û berçav di dîroka rewşenbîrî û tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de hebû. Herwiha rola zanayên olî di berevanîkirina li pirsên niştimanî û gesekirina hizra miyanrew û pêkvejiyana aştiyane ya olî li Kurdistanê, cihê pesn û pêzanînê ye. Hêvîdar in zanayên olî berdewam bin di rûbirûbûna tundrewî, belavkirina peyama aştîxwazî û lêbûriyê, berevanîkirina li maf û destkeftên gelê Kurdistanê û hişyarkirina civakê ji bo xweparêzî û pabendbûna bi rênimayên tendirustiyê de.”