HSD, Sûriye û Rûsya 3 xalên hevbeş li Eyn Îsayê ava dikin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê li ser avakirina 3 xalên hevbeş li Eyn Îsayê li hev kirin.
Bajarokê Eyn Îsayê
Bajarokê Eyn Îsayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê li ser avakirina 3 xalên hevbeş li Eyn Îsayê li hev kirin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, HSD, hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê li baregeha Rûsî li Eyn Îsayê civiyan û li hev kirin, ji bo çavdêrîkirina agirbestê û rê li ber êrîşên çekdarî yên  ji aliyê grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê bigirin, 3 xalên hevbeş li wê herêmê ava bikin.

Di nava du hefteyên dawî de grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve li ser Eyn Îsa û derdora wê bi awayekî zêde topbarana dikirin û car caran jî şer û pevçûn jî derdiket.

Nahiya Eyn Îsayê ser bi herêma Girê Sipî ve ye. Li ser riya navdewletî M4 e û 55 K.M li bakurê Reqayê dikeve.

Berî çend rojan fermandarên Rûsî di civînekê de ji HSDê re tekez kiribû ku gefên Tirkiyê li ser Eyn Îsayê cidî ne û Tirkiye dixwaze wî bajarî bigire.

Herwiha fermandarên Rûsî pêşniyaz li HSDê kiribûn ku wek li Heseke û Qamişlo, çarkoşeya ewlehiyê li Eyn Îsayê ava bikin û dezgehên Hikûmeta Sûriyê û yên Rêveberiya Xweser lê bêne danîn, bi mercê ku ala Sûriyê li ser dezgehên Rêveberiya Xweser bê bilindkirin.