Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Wezareta Derve ya Amerîkayê kir
Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro çarşemê li Selaheddîn pêşwaziya şandeke Wezareta Derve ya Amerîkayê kir ku ji Alîkarê Wezîrê Derveyê Amerîkayê yê Karubarê Rojhilat David Schenker û Balyozê Amerîka yê li Iraqê Matthew Tueller û Konsolê Amerîka yê li Hewlêrê Robert Waller kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê û pêşhatên dawî xistin ber behs û guftûgoyan û Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka yê Karubarê Rojhilat palpiştiya welatê xwe ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê dûpat kir û herwiha tekezî jî li berdewambûna Amerîkayê ya li yarmetîdan û rahênana Pêşmerge ya di şerê terorê de kir.
Şanda mêvan piştgîriya Amerîkayê ya ji bo berdewambûna danustandinên di navbera Hewlêr û Bexda çareserkirina kêşeyan li çarçoweya destûrê de ragihand.
Peywendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê û hemahengiya di navbera wan de mijareke din a vê hevdîtinê bû.