Hêzên Tirkiye û çekdarên wê Eyn Îsayê topbaran dikin
Hewlêr (K24) – Hêzên Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, derdora kampa Eyn Îsa û du gundan topbaran kirin.
Peyamnêrê K24ê li Kobanî da zanîn, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdaran derdora kampa Eyn Îsa û gundên Seyda û Mueleqa dan ber topan.
Peyamnêrê me got: Heta niha ziyanên wê topbaranê nayin zanîn.
Ji heyama du hefteyan e, hêzên Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve bi berdewamî bajarokê Eyn Îsayê topbaran dikin û car caran jî şer û pevçûn di navbera wan û şervanên HSDê de derdikeve.
Berî çend rojan fermandarên Rûsî di civînekê de ji HSDê re tekez kiribû ku gefên Tirkiyê li ser Eyn Îsayê cidî ne û Tirkiye dixwaze wî bajarî bigire û ji HSDê xwastibû wî bajarokî radestî rêjîma Sûriyê bike.