Efrîn.. Di navbera çekdaran de şer derket
Çalakvanek ji bajarê Efrînê ji bo Kurdistan24ê ragihand,Tevgera Nûreddîn Zengî koçberekî xelkê Şamê li navçeya Cindirisê (Efrîn) revand. Lewra di navbera Ehrar el Şam û Nûreddîn Zengî de şer derket.
Di emcamê de çekdarekî ji Ehrar el Şam canê xwe ji dest da. 6 kes jî birîndar bûn. Di nav wan de sivîl jî hene.
Çalakvanê ji Efrîne diyar kir ku tevgera Nuredîn Zengî, 2 çekdarên Ehrar el Şam hêsîr kirine û agir berdan e malên sivîlên navçeyê.