Li Mûsilê 42 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Dijeterora Iraqê di operasyonekê de li Mûsilê 42 çekdarên DAIŞê kuştin.
Dîmeneke operasyonê - Ji twittera Yehya Resûl
Dîmeneke operasyonê - Ji twittera Yehya Resûl

Hewlêr (K24) – Dijeterora Iraqê di operasyonekê de li Mûsilê 42 çekdarên DAIŞê kuştin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl derengê şeva borî di daxuyaniyekê de ragihand, “Piştî bidestketina zanyariyên hewlagîriyê, Hêza Dijeterorê êrîş bir ser navçeya Eyn Cehiş ku çekdarên DAIŞê lê çalak in û 42 çekdar kuştin.”

Dîmeneke operasyonê - Ji twittera Yehya Resûl

Yehya Resûl got: “Hêzên Dijeterorê di du rojên borî de rûbirûyî çekdaran bûn. Çekdar neçar bûn bi paş ve vekişin û xwe di şikeft û tomelan de veşêrin û Piştre jî pevçûn bi bombe û narincokan di nava wan şikeft û tonelan de derket.”

Diyar kir, “Di wê operasyonê de 42 teroristên DAIŞê hatin kuştin. Di nava wan waliyê Dicle Beraa û cîgirê wî Ebû Mehmûd, berpirsê ragihandinê Ebû Seyaf û cîgirê wî Sicad jî hebûn.

Dîmeneke operasyonê - Ji twittera Yehya Resûl

Herwiha got: “Di nava bargehên çeteyên terorîst de hejmarek çekên curbecûr û diravên biyanî û navxweyî hatin dîtin.”

Diyar kir jî: “Operasyon bi desteka hêzên esamanî yên ji artêşa Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê pêk hatiye.”

Dîmeneke operasyonê - Ji twittera Yehya Resûl