Li Herêma Kurdistanê 9 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê belav kirin.
Nexweşxaneyeke Koronayê li Herêma Kurdistanê
Nexweşxaneyeke Koronayê li Herêma Kurdistanê

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 201 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 201 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku jê 54 kes li Hewlêrê, 34 kes li Silêmaniyê, 103 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 8 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand; 9 kesan ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 1 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê û 4 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ne.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, di 24 demjimêran de 114 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 100497

Mirin: 3300

Başbûn: 64963

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.