Li Tirkiyê 229 kesên din bi koronayê mirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 229 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 16 hezar û 646 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 14ê Kanûnê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 29 hezar û 617 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 5 hezar û 64 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 1 milyon û 866 hezar û 345 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 5 hezar û 980 nexweş baş bûne û hejmara nexweşên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 1 milyon û 631 hezar û 944 kesan.