Rûsya û Îran ji sizayên Amerîka yên li ser Tirkiye nerazî ne

Wezareta Derve ya Tirkiye hember biryara Amerîkayê bertek nîşan da û da zanîn, di dem û şêwazeke guncaw de ewê bersiv bidin.
Çekên S400 yên Rûsya li Tirkiye
Çekên S400 yên Rûsya li Tirkiye

Navenda Nûçeyan (K24) - Amerîka, ji ber kirîn û aktîfkirina sîstemên S-400ên Rûsî, dorpêçî danî li ser her cure hinarde û hawirdekirina pîşesaziya bergiriya Tirkiyeyê. Hesabên serok rêveberên saziyê hatin rawestandin. Her wiha pêdana krêdiya navnetewî tê astengkirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê da xuyakirin, "Enqere guh nedaye hişyariyên wan û ew tu carê rêkeftinên bi Bergirî û Hewalgêriya Rûsyayê re qebûl nakin."

Pompeo bang li Tirkiyeyê kir, astenga S-400 li pêş pêwendiya aliyan rake.

Wezareta Derve ya Tirkiye hember biryara Amerîkayê bertek nîşan da û da zanîn, di dem û şêwazeke guncaw de ewê bersiv bidin.

Wezîrê derve yê Tirkiye Mewlûd Çawişoglu dibêje, "Spasiya parlamenterê CHPê dikim ku hember dorpêçiyên Amerîka piştgirîya hikûmetê dike. Me jî daxuyaniya wezaretê belav kir. Wek we ji amaje pê kir, me biryar bo wan vegerand. Ev mijareke netewî ye. Divê em hemû xwedî helweseteke netewî bin, rûmeta xwe biparêzin. Em di asta navnetewî de planan çêdikin û lîstikan jî xera dikin."

Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Fuad Oktay jî rexne li biryara Amerîkayê girt û da zanîn, Tirkiye bo berjewendiya xwe ya netewî, dê her cure pêdiviyên bergiriyê xwe dabîn bike. Serokê Pîşesaziya Bergiriya Tirkiye jî got, biryara Amerîkayê tu bandor li karê wan nake.

Wezîrê Derve yê Îranê û Wezîrê Derve yê Rûsyayê danîna dorpêçiyan li ser Tirkiyeyê wek binpêkirina hiqûqa navnetewî binav dikin.

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov dibêje, "Dorpêçên Amerîka li ser Tirkiyeyê delîleke din ya binpêkirina hiqûqa navnetewî ye. Amerîka dehan sal in bi yekalî weha tevdigere. Hevkariyên teknîkî û serbazî jî di nav de, bawer nakim ev helwest tu fêde bide Amerîkayê."

Li gor pisporan, hember biryara Amerîkayê, du bijardeyên sereke li pêş Tirkiyeyê hene. Yan helwesteke tund nîşan bide, Binkeya Asîmanî ya Încîrlîk jî di nav de hin binkeyên serbazî daxe û di karê xwe de berdewam be, yan jî, pêwendiyên xwe bi Rûsyayê re kêm bike û bi Amerîkayê re bikeve diyalogê û rêveberiya Biden re dest bi qonaxeke nû bike.