Eyn Îsa.. Di navbera HSD û Tirkiye de şerê giran

Di navbera HSD û Tirkiye de şer berdewam e..
Nexşe: Eyn Îsa, Rojavayê Kurdistanê.
Nexşe: Eyn Îsa, Rojavayê Kurdistanê.

Navenda Nûçeyan (K24) - Tirkiyeyê dûh hêzeke mezin anî rojhilatê Eyn Îsa û nîva şevê jî komên çekdar ên ser bi Tirkiye ve êrişên mezin anîn ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

Li gor medyaya Rûsya di navbera çekdarên ser bi Tirkiye ve û HSD de şerekî giran pêk hat. Her wiha hat diyarkirin ku, hêzên ser bi Tirkiye ve kariyan gûndên Cihbil û Mişêrfe yên nêzîkî Eyn Îsa kontrol kirin.

Medyaya ser bi HSD ve jî diyar kiriye ku, şer berdewam e. Firokeyên bêfirokevan ên Tirkiye êriş dikin. Herwiha firokeyên şerker jî di nav liv û tevgeran de ne.

Hevseroka Encûmena Sûriyeya Demokrat Emîna Omar ragihand, "Li Eyn Îsa armanc ji êrişên Tirkiye û hevpeymanên wê têkdana rewşê ye û birîna riyên di navbera navçeyên Bakurê Rojhilata Sûriyeyê ye. Rûsya givaşê li HSD dike da ku Eyn Îsa teslîmî Tirkiyeyê bike. Berpirsyarê tiştên li Eyn Îsa çêdibin Rûsya ye."

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) jî dibêje, "Rûsya erkê xwe yê rawestandina êrişên Tirkiye yên ser Eyn Îsa pêk naîne û hewl dide Eyn Îsa ji destê HSD derxe û bike di destê rejîmê de.

Rewangeha Sûriye ya Mafên Mîrovî belav kiribû, "Beriya şer dest pê bike artêşa Tirkiyeyê hêzên giran şandibûn deverê."

Berî niha Rûsyayê ji HSD re gotibû; heger Eyn Îsa teslîmî rejîma Sûriye ango Hikûmeya Beşar Esad nekin êrişên Tirkiyeyê ranawestînin. Lêbelê HSD ev pêşniyar red kir û Rûsya gûlopa kesk ji bo Tirkiyeyê vekir.