Li nexweşxaneyeke Dîlokê teqîn: 8 kes mirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li nexweşxaneyeke taybet a li bajarê Dîlokê yê bakurê Kurdistanê, tûpa oksîjenê teqiya û di encama bûyerê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku li nexweşxaneyeke Dîlokê di beşa çavdêriya hûr de tûpeke oksîjenê teqiya.
Ji per agirê ku piştî teqîna tûpa oksîjenê derket, 8 nexweşan jiyana xwe ji dest dan.
Hat diyarkirin ku gelek tîmên agirkuj, ambulans û hêzên ewlehiyê gihiştine cihê bûyerê.