Rêveberiya Xweser: Divê NY sînorekê ji êrişên Tirkiyê li ser Eyn Îsayê re dane

Nivîsgeha Karûbarên Mirovî ya Rêveberiya Xweser bang li Neteweyên Yekbûyî û Civaka Navdewletî kir ku binpêkirinên Tirkiyê û çekdarên wê bi dawî bikin.
Bajarokê Eyn Îsayê
Bajarokê Eyn Îsayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsgeha Karûbarên Mirovî ya Rêveberiya Xweser daxwaz ji Netewên Yekgirtî û civaka navdewletî dike, sînorekê ji kiryarên hêzên Tirkiyê li Eyn Îsayê re deynin.

Nivîsgeha Karûbarên Mirovî ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, êrişên hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li ser herêma Eyn Îsa û derdora wê binpêkirineke mezin ji xaka ewle û aram re ye. Herwiha bêyî ti pîvanên exlaqî û mirovî li ber çavan bigirin, sivîlan dikin armanc.

Nivîsgehê eşkere kir ku di encamên êrişên domdar ên li dijî sivîl de, rewşeke ne aram li herêmê çêbûye, rewşa mirovî aloztir bûye û bi sedema wê jî koçberiyeke mezin çêbûye.

Wê nivîsgehê bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî kir ku binpêkirinên Tirkiyê û çekdarên wê bi dawî bikin û got: "Ev binpêkirinên ji armanckirina sivîlan û qutkirina avê li ser Hesekê dighêjin asta sûcên şer. Em bang li tevahî rêxistinên mirovî dikin ku bi berpirsyariyên xwe rabin û bersiva pêwîstiyên mirovî yên awarte yên sivîl û koçberan bi cih bîne, nexwasim ku kamp nema dikarin hejmara zêde ya koçberan pêşwazî bikin."