EYN ÎSA.. Berdevkê HSD Kino Gabriel bi riya K24 bang li Rûsya û Neteweyên Yekgirtî dike

EYN ÎSA.. HSD bi riya K24 bang li Rûsya û Neteweyên Yekgirtî dike
kurdistan24.net

Hewlêr / Qamişlo (K24) - Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Kino Gabrîel derheqê êrişên Tirkiye yên li ser Eyn Îsa (AYN ISA) de bang li Neteweyên Yekgirtî dike û dixwaze jiTirkiye re sînorerkê danin, da ku mafên mirovî binpê neke." Gabrel derheqê êrişên li ser Eyn Îsa û rola Rûsyayê dejî agahiyên giring dan.

Berdevkê HSD beşdarî bûltena nûçeyan a Kurdistan24 bû û bersiva pirsên Cemal Batûn da. 

Rewşa Eyn Îsa ya dawîn!

Gabrîel dibêje, "Taybet rewş Eyn Îsa wekû hûn jî dibînin dûh û îro aram e. Lê car caran şer di navbera me û grûbên çekdar de çêdibin. Ev rewş ne wek hefteya borî ye. Hefteya borî şer li wê deverê gelek tûnd bû. Her wiha ji aliyê grûbên çekdar ve topbaraneke tûnd hebû ku Tirkiye piştevaniya wan dike. Navenda bajarokê Eyn Îsa û derdora wê dikirin armanc. Di vê çarçoveyê de jî Hêzên Sûriyeya Demokrat bersiva êrişên grûbên çekdar dan. Nehişt ku ew grûbên çekdar bi pêş bikevin. Ku hewlên wan berdewam bûn da ku derbasî gundên li ser riya M4 bibin."

Têkiliyên bi Rusya re

Berdevkê HSD sebaret bi têkiliyên li gel Rûsya de jî dibêje, "Belê pêwendiya me li gel hêzên Rûsî yên li deverê berdewam in. Taybet li ser wê mijarê jî hem li ser mijar û binpêkirinên din ên li wê deverê çêdibin, gotûbêjên me li ser vê bingehê berdewam in. Ji bo ku rawestandina êrişên grûbên çekdar em jî li hêviya bersiva Rûsyayê ya eşkere ne. Da ku gavêb pratîk bavêjin. Binpêkirinên grûbên çekdar ên ser Tirkiye ve rawestînin. Yên li ser bajarokê Eyn Îsa. Taybet vê hefteyê û meha borî de jî..."

Şertên Rûsyayê hene!?

Di van rojên dawî de gelek nûçe hatine belavkirin û têde tê gotin ku, "Rûsyayê ji HSD xwestiye Eyn Îsa teslîmî rejîma Esedî bikin. Rûsya dê bi wê şertê pêşî li Tirkiye bigre." Sebaret bi van gotinan berdevkê HSD'yê Gabrîle wiha dibêje:

"Taybet dixwazim bêjim li ser konrola deverê çi gûhertin çênebûne. Herwiha em li gor rêkeftina berê kar dikin. Rêkeftinên nû nînin. Heger hinek rêkeftin yan jî li hev hatin hebin, wê bi awayekî fermî bên ragihandin. Ev gotegotên hatine belavkirin, ev raportên hatine belavkirin, ti rastiya wê nînin. Em di wê baweriyê de ne ku ev yek nerast e."

Armancên Tirkiyeyê

Derheqê gef û armancên Tirkiye de jî got, "Gefên Tirkiye berdewam in. Ne tenê derheqê Eyn Îsa, li deverên din jî: Li Bakurê Rojhilatê Sûriye gef berdewam in. Şer ne tenê li Eyn Îsa heye, li deverên din jî berdewam in. Tiltemir û gundewarên wê. Li Gûndewarên Serekaniyê, Girê Spî berdewam in. Min bawere bernameya Tirkiye ew e ku cihê kontrola xwe li Sûriye berfirehtir bike. Hûn axa nû jî bi dest bixe. Bi riya grûbên çekdar yên ser bi wê ve. Ez ne di wê baweriyê de me, Tirkiya nikare vê demê ew tiştên dixwaze bi destxwe ve bîne. Nikare li vê deverê zêdetir axê bi dest xwe ve bîne. Divê rêkeftinek çêbibe, divê li hevhatin hebe. Peyman û rêkeftinên berê jî hene. Di navbera hêzên herêmî, derbarê deverên me de. Lê niha tiştekî wisa tune ye. Tirkiye nikare çi erdan bi destxwe ve bîne. Çi guhertin jî di kontrola axê de li deverê nehatine gûhertin."

Hevpeymaniya Navnetweyî çi dike?

Gabrîel derheqê têkilî û rola Hêzên Hevpeymana Navneteweyî de jî dibêje, "Helbet pêwendiyên me berdewam li gel Amerîka û Hêzên Hevpeyman de hene. Taybet ew berdewamiya pêwendiyên me li ser rûbirûbûna terorê ne. Li dijî rêxistina DAIŞê ye. Lê li ser mijarên din jî pêwendiyên me hene; Wek binpêkirinên ji aliyê hêzên ser bi Tirkiye ve li Eyn Îsa encam dane didin. Herwiha ew deverên dagirkirine. Ev kiryar jî binpêkirina rêkeftina di navbera Amerîka û Tirkiye de ne. Lê taybet bi sebaret bi bajarokê Eyn Îsa em dixwazê ji Rûsya dikin ne ji Amerîka. Ji ber ku hêzên Rûsya li wê derê li ser erdê hene. Derbarê agirbesat wê deverê de jî rêkeftinek di navbera Rûsya û Tirkiye de heye."

Rola Rûsyayê

Pêşkêşkarê Kurdistan24 Cemal Batun dipirse, "Gelo Rûsya ew rêkeftina li gel Tirkiye kiriye cîbecî dike, rola xwe dilîze da ku Tirkiye êrişan rawestîne?" 

Gabrîel bersiv dide û dibêje, "Belê rêkeftinek di navbera Hikûmeta Rûsya û Tirkiye de heye. Ji bo agirbesta li wê deverê. Rêkeftinek di navbera me û hikûmeta Rûsyayê de jî heye. Di navbera hikûmeya Sûriyeyê de jî heye. Ji bo wan xalên hatine danîn li deverên Bakurê Sûriye. Rûsya divê pêgirî wan rêkeftin û pabendiyan be. Da ku van binpêkirina rawestînin. Em jî birastî li hêviya wê yekê ne ku Rûsya pêngaveke praktîkî bavêhe, ji bo ku ev binpêkirinên artêşa Tirkiye û çekdarên ser wê ve rawestîne. Yên li Eyn Îsa."

Rewşa mirovî û banga ji bo Netewyên Yekgirtî

Derhqê rewşa mirovî û sivîlan de jî bang li cîhanê dike û dibêje, "Metirsî li ser sivîlan gelek heye. Qûrbaniyên sivîl jî hene. Di encama operasyonên leşkerî de. Encama topbarana berdewam li ser bajarokê Eyn Îsa û gundên derdora wê tên kirin. Li gor raportên digihin destê me heta niha qûrbanî hene, sivîl şehîd ketine. Heta em dikarin bêjin îro di çarçoveya vî şer de dibe sebeba aloztirbûna deverê. Civaka sivîl jî li jêr metirsiyê de ye. Ew jî di metisitê de dijîn. Em dixwazin ev were rawestandin. Em daxwazê ji Netweyên Yekgirto dikin ku van operasyonan rawestînin, civaka navdewletên destwerdanê bikin, divê pabend bin. Nija vîrîsa koronayê hene. Em mijûlî tiştekî din in. Em ji neteweyên Yektgito daxwaz dikin, ne tenê li Sûriye, li deverên din jî yên Tirkiye mafên mirovî binpê dike rawestîne. Ev yek civaka navdewletî tê xwestin ku berpirsyaretiya xwe rabe. Sînorekê ji bo Tirkiye dane, Tirkiyeyê siza bike. Da ku ev binpêkirin dubare encam nedin."