60 serbazên Tirkiyê li Qerebaxê tên bicihkirin

Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusi Akar ragihand; Tirkiye 60 serbaz dişîne Azerbaycanê.
Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusi Akar
Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusi Akar

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusi Akar ragihand; Tirkiye 60 serbaz dişîne Azerbaycanê, da ku ligel hêzên Rûsyayê çavdêriya biryara agirbestê bikin.

Hulusi Akar ji kanala NTV ya Tirkiyê re eşkere kir: “Enqere û Moskowê li hev kirine ku navendeke hevbeş ji bo çavdêriya agirbesta li Qerebaxê pêk bînin.”

Akar diyar kir; serbazên Tirkiyê dê ligel serbazên Rûsyayê kar bikin û hêj mijara niştecîbûn û pêgeha serbazên Tirkiyê li wê deverê nehatiye destnîşankirin.

Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê herwiha eşkere kir ku du generalên Rûsya û Tirkiyê dê serperiştiya wan hêzan bikin, ku çavdêriya agirbesta navbera hêzên Ermenistan û Azerbaycan dikin.