Ferhad Baqir: Amerîka dê rê nede Tirkiye derbasî Eyn Îsayê bibe

Parêzer û çavdêrê siyasî Ferhad Baqir li ser êrîşên Tirkiyê yên bi ser Eyn Îsayê de axivî.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Parêzer û çavdêrê siyasî Ferhad Baqir li ser êrîşên Tirkiyê yên bi ser Eyn Îsayê de diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye, Amerîka dê rê nede Tirkiye bajarokê Eyn Îsa bi dest bixe.

Ferhad Baqir ji bajarê Kobanî beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser gefên li hember bajarokê Eyn Îsayê, ku Tirkiye tevî çekdarên girêdayî xwe, êrîşî wî bajarokî dike, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Baqir eşkere kir: “Ev êrîş nayê wateya ku ev stratejiya Tirkiyê ye, bêtir stratejiya Rûsyayê ye ku dixwaze bandora xwe bêtir li herêma rojhilatê Feratê bike.” Herwiha diyar kir: “Eyn Îsa xalek gelek girîng e di navenda Sûriyê de, ew rojhilat û rojavayê Sûriyê bi hev ve girêdide, rêya petrol û hemû bazirganiya Sûriyê pê ve girêdayî ye.”

Çavdêrê siyasî Ferhad Baqir diyar dike ku Rûsya Tirkiyê dixe nav şer ji bo mercên xwe li ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên herêmê ferz bike û dixwaze di pêşerojê de bêtir rola wê hebe, ji ber vê yekê zextê li HSDê dike ku Eyn Îsa radestî rejîmê û xalên leşkerî yên Rûsî bike.

Ferhad Baqir diyar kir ku Rûsya Tirkiyê tehrîk dike ku êrîşî Eyn Îsayê bike û got: “Lê belê ji aliyê dem, hêzên heyî û jeopolîtîk ve, Tirkiye dê nikaribe Eyn Îsa bi dest xwe bixe.”

Baqir destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de ye, Amerîka dê rê nede Tirkiye bajarokê Eyn Îsa bi dest bixe û got: “Ji ber ku Eyn Îsa cihekî gelek girîng e, gava hêza ku Eyn Îsa bi dest bixe, Reqayê bi dest dixe, herêma Kobanî bi destê xwe dixe, Sûriyê bi du ciyan dike.”