Bi tometa endamtiya KCKê 15 kes hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li çar bajarên Tirkiyeyê, bi tometa endamtiya KCKê 15 kes hatin binçavkirin.
Bi fermana Serdozgeriya Balikesîrê, hêzên polîs û cendermeyên Tirkiyeyê li bajarên Stenbol, Îzmîr û Bursayê operasyon encam dan.
Li gor agahiyên destpêkê, di operasyonan de 15 kes hatin binçavkirin.
Kesên hatine binçavkirin, bi dabînkirina pare ji bo girtiyên PKKê û endamtiya KCKê tên tometbarkirin.
Ev di demekê de ye, pêr Dadgeha Tawanên Giran a Diyarbekirê ji bo Leyla Guven di çarçoveya lêpirsîna terorê de 22 sal û 3 meh sizayê girtîgehê da. Li ser biryara dadgehê jî, Leyla Guven hate girtin.