Li Îranê di rojekê de 132 kesên din bi Koronayê mirin

132 kesên din bi vîrusa Koronayê (Covid-19) mirin û zêdetirî 6 hezar kesên din jî pê ketin.
Îran
Îran

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Îranê 132 kesên din bi vîrusa Koronayê (Covid-19) mirin û zêdetirî 6 hezar kesên din jî pê ketin.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand, di nava 24 demjimêrên borî de 6 hezar û 21 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin.

Wezaretê herwiha da zanîn, ji duh ve 132 kes bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 54 hezar û 440 kesan.

Li Îranê ji destpêkê ve heta niha nêzîkî milyonek û 200 hezar kes bi Koronayê ketine.

Ji wan pêketiyan, zêdetirî 933 hezar kes baş bûne û zêdetirî 54 hezar kes jî mirine.