Hevserokê HDP Sancar behsa 'pêvajoya nû' dike û dibêje 'Hikûmet li pey xapandinê ye'

Di civînekê rojnamgerîyê ya HDPê de têkildarê vê mijarê li ser pirsa Kurdistan24ê, Hevserokê HDPê Mîthat Sancar, da zanîn ger bi vî rengî nîyetekê hikûmetê hebe jî li holê tu nişane û pêngavekê berbiçav tune ye û hikûmet li pey lîstok û xapandinan e.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Piştî ku hikûmeta Ak Partîyê gotibû berê me li Ewropayê ye û em ê hin reforman jî pêk bînin û şûnde di sîyasetê da herî zêde li ser proseyekê nû ya çareserîyê nîqaş û gotegot têne kirin. Şêwrimendek Erdogan li Dîyarbekirê bi hin alîyên Kurdan ra hin hevdîtinan pêk anîbû û hatibû îdiakirin ku berpirsekî Ak Partîyî bi wekîlekê berê yê HDPê ra ji bo pêvajoyekê nû di nav danûstandinan da ne.

Di civînekê rojnamgerîyê ya HDPê de têkildarê vê mijarê li ser pirsa Kurdistan24ê, Hevserokê HDPê Mîthat Sancar, da zanîn ger bi vî rengî nîyetekê hikûmetê hebe jî li holê tu nişane û pêngavekê berbiçav tune ye û hikûmet li pey lîstok û xapandinan e.

Sancar dibêje, "Xeyalperestî ye ku mirov li bendê be hikûmet jo bo çareseriya demokratîk ya pirsa Kurd pêngavan bavêje. Dema em li hişmendî û kiryarîyên desthilatê dinêrin; em dibînin ku bazirganiya hêvîyan dikin. Em li bendê ne ku bi rîyên demokratîk ev pirs bê çareserkirin. Dibe ku nîyetekê wan ê wisa hebe. Lê nabe bes hin alî û partîyan mixatab bigrin. Divê gelê Kurd û nûnerên wan ên sîyasî li masê hebin. Divê HDP û hemû mixalefet di nav proseyekê wiha da cih bigre."

Li alîyê din Reşît Akiciyê serokê partîya nû Partîya Demokrat a Kurd (PDK) ku nû hatîye damezrandin, li ser egera proseyekê nû dide zanîn ku ew div ê konjokturê da li benda proseykê nû nîn û div î warê da jî bi hikûmetê ra peywendîyekê wan çênebûye.

Akici dibêje, "Li alîyê din li gorî, hin çavkanîyên Kurd yên nêzî hikûmetê heta tifaqa li gel MHPê dewam bike zehmet e ku Ak Partî û Erdogan ji bo çareserîya pirsa Kurd proseykê nû bide destpêkirin. Lê şîrovekarên sîyasî didin zanîn, ger bi Yekîtîuya Ewropayê ra heyama reforman dest pê bike eger heye bo bidestxistina hin amfên kurdan jî heyamekê nû dest pê bike."