Krîstiyanên Qamişlo jidayikbûna Hz. Îsa pîroz dikin

Welatî Fadî Şamûn dibêje, "Hêviya min ew hêviya hemû xelkê ye ku aştî li welat belav bibe, Divê Qamişlo hertim kêfxweş be, û divê bajarê me vegere mîna berê û aramî peyda bibe ji Qamişlo heta dawî bajar li Sûriyê."
kurdistan24.net

Qamişlo (Kurdistan24) - Kristiyanên rojavayê Kurdistanê cejna rojbûna Hezretî Mesîh Îsa Pêxember pîroz dikin. Xelkê kristiyan berê xwe daye kolanên Qamişlo û bi aheng û mihrîcanan nameyên aştiyê belav dikin. Xelk hêvî dike ku salên bê salên aştî û aramiyê bin.

Welatî Fadî Şamûn dibêje, "Hêviya min ew hêviya hemû xelkê ye ku aştî li welat belav bibe, Divê Qamişlo hertim kêfxweş be, û divê bajarê me vegere mîna berê û aramî peyda bibe ji Qamişlo heta dawî bajar li Sûriyê."

Mariya Hena behsa hêviyên xwe dike û dibêje, "Sala derbasbûyî gelek nexweşî û êş û azar hebûn, em dixwazin sala nû hemû xweşî be li ser tevahiya cîhanê."

Gabriel Gewriyê jî dibêje, "Xwedê rê li ber xelkê me yên derve veke, ku ji ber rewşên xwe yên taybet penaber bûn, em hêvî dikin Sûriya vegere wek berê, û ew jî li welatê xwe vegerin, Sûriya hertimî dayika hemûyan e."