Li Iraqê hişyarî ji derketina şerekî berfireh tê dayîn

Grûpa Hizbulah a di nava Heşda Şeibî de gefê li Serokwezîrê Iraqê dixwe û dibêje, eger e şerekî berfireh rû bide.
Hêzên Iraqî di dema xweşpêndaneke sala 2019an de - Wêne: Arşîv
Hêzên Iraqî di dema xweşpêndaneke sala 2019an de - Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpa Hizbulah a di nava Heşda Şeibî de gefê li Serokwezîrê Iraqê dixwe û dibêje, eger e şerekî berfireh rû bide.

Berpirsê ewlehiyê yê Ketîbeyên Hizbulah Ebû Elî Eskerî ragihand, egera şerekî berfireh heye û daxwazê ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dike ku sebr û aramî hêzên wan neceribînin.

Ebû Elî Eskerî şeva borî li twittera xwe belav kir: “Navçe dikele û egera derketina şerekî berfireh heye, ji ber wê divê her kes xwe bigire û derfetê nedin dijminan.”

Herwiha destnîşan kir ku "Êrîşên mûşekî yên çend rojên borî tenê di berjewendiya dijminan (Serokê Amerîka Donald Trump) de bû û divê neyin dubarekirin.”

Berî salekê Fermandarê Feyleqa Qudis a ser bi Supaya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Heşda Şeibî Ebûmehdî Mihendis di êrîşeke esmanî ya Amerîka de li nêzîkî firokxaneya Bexdayê hatibûn kuştin. Bi nêzîkbûna salvegera yekem a kuştina Suleymanî re jî, alozî li Bexdayê derketiye û berî çend rojan jî êrîşeke mûşekî li ser Balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê hete kirin.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê hejmarek bergûmanên êrîşa ser Balyozxaneya Amerîka desteser kiribûn, di nava wan de serkirdeyekî grûpa Esayîb Ehlê Heq hebû. Wê hêzê jî şeva Îna borî çekdarên xwe li kolanên Bexdayê belav kiribûn daxwaza berdana wî serkirdeyî kiribû.

Wezareta Navxwe ya Iraqê jî gefên wê grûpê red kiribûn. Herwiha Serokwezîrê Iraqê jî di twittekê de nivîsî, hikûmet amade ye rûbirûyî wê bibe, heger pêwîst bike.

Grûpên Esayîb Ehlê Heq û Hizbulah di nava Heşda Şeibî de grûpên bi bandor in û Îran piştevaniya wan dike.