Rûsyayê yekîneyên Polîsa Leşkerî li Eyn Îsayê belav kirin

Navenda Himêmîm ya Rûsî li Sûriyê ragihand, wê yekîneyên nû yên Polîsa Leşkerî ya Rûsî şandine Eyn Îsayê.
Hêzeke Rûsî li rojavayê Kurdistanê - Arşîv
Hêzeke Rûsî li rojavayê Kurdistanê - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê daxwaz ji Tirkiye û HSD dike, şerê li Eyn Îsayê rawestînin û diyar dike ku wê yekîneyên nû yên Polîsa Leşkerî ya Rûsî li wî bajarokî belav kirine.

Cîgirê Rêveberê Navenda Himêmîm a Rûsî ya Lihevanîna aliyên şerker ên Sûriyê ku ser bi Wezareta Berevaniyê ve ye di daxuyaniyekê de ragihand, bi armanca pêkanîna aramiyê li Eyn Îsayê, wan yekîneyên nû yên Polîsa Leşkerî ya Rûsî şandine wî bajarokî.

Cîgirê Rêveberê Navenda Himêmîm Vyacheslav Sitnik diyar kir, rewş li Eyn Îsayê ne aram e û berî demekê wan ligel aliyê Tirkiyê li hev kirine ku xalên hevbeş ên Rûsî û Sûrî li wê deverê deynin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, êrîşên xwe li ser nahiya Eyn Îsayê zêde kirine û bi berdewamî firokeyên bêfirokvan li asmanê wê digerin. HSDê dibêje, ew ji aliyê xwe ve bersiva wan êrîşan dide û nahêle Tirkiye û çekdarên ser bi wê ve bi pêş ve bên.

Li gor zanyariyên meydanî jî hat ragihandin ku grûpên çekdaran îro hewl dan derbasî gundê Meleq yê Eyn Îsayê bibin, lê ew hewl ji aliyê şervanên HSDê ve hat têkşikandin. Herwiha çekdaran gundê Mişêrfe jî mûşekbaran kiriye.