Partiya DEVA yekemîn kongreya xwe li Enqerê pêk anî

Partiya Pêşveçûn û Demokrasiyê DEVA îro kongreya xew ya asayî li Enqerê pêk anî.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Tirkiyê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA), bi serokatiya Wezîrê berê yê Aboriyê Alî Babacan, yekemîn kongreya xwe ya mezin li Enqereya paytexta Tirkiyê birêve bir. Partiya DEVA ku 9ê Adara 2020an hatibû damezrandin, bi vî awayî li gorî yasayên Tirkiyê mercên beşdarbûna hilbijartinan temam kir.

Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) bi serokatiya Wezîrê berê yê Aboriya Tirkiyê Alî Babacan, îro kongreya xwe ya mezin li Enqereya paytextê Tirkiyê birêve bir. Kongreya partiya DEVAyê bi dirûşmeya “DEVAya Tirkiyê Amade ye” birêveçû. Delegeyên bajarên bakurê Kurdistanê jî di Kongreyê de amade bûn. Serokê Partiya DEVAyê Babacan di kongreya partiya xwe de axivî û bi taybetî li ser pirsa Kurd jî hikûmeta Tirkiyê tawanbar kir û got, ciwanên Kurd di dezgehên fermî de nikarin kar bikin.

Cîgira Serokê Partiya Dahatûyê û her wiha keça siyasetmedarê Kurd û navdar Dengîr Mîr Mehmet Firat, Helûn Firat jî di Kongreyê de amade bû û ji K24ê re li ser kongreya Partiya DEVAyê axivî û got: “Kongreyên Partiyên Siyasî dawetên demokrasiye ne. Wek partiya DEVAyê em jî di bin şert û mercên rêkarên vîrûsa koronayê de kongreya xwe birêve dibin. Partiya me mercên beşdarbûna hilbijartinan bi wî avayî temam dike. Hêvîdar im di warê demokrasî û edaletê de dahatûyeke baş çaverê me be.”

Damezrênerê Partiya DEVAyê û herwiha parlementerê berê yê AK Partiyê Dr. Medenî Yilmaz jî li ser pirsa Kurd nêrîna Partiya xwe ji Kurdistan24ê re nirxand û got, “Partiya DEVAyê bi heman hişmendiya wekheviyê nêzî hemû welatiyan dibe. Cihê cihêkariya li hemberî Kurdan di partiya me de nîne. Hikûmeta niha ji ber hevkarê xwe yê netewperest newêre mafên Kurdan bide. Salvegera Roboskiyê duh bû ku ev dewletê çend zarokên xwe bi firokeyên xwe kuştin. Piştre jî ji dadgehan tu tişt nederket. Tenê ev bûyer têra xwe nîşan dide ku demokrasiya Tirkiyê di çi astê de ye.”

Partiya Pêşkeftin û Demokrasiyê di 9ê Adara sala 2020an de hatibû damezrandin. Partiya DEVAyê li 43 bajarên Tirkiyê kongreyên xwe birêvebiribûn. Li gorî yaseyên Tirkiyê êdî Partiya DEVAyê mercên beşdarbûna hilbijartinan temam kirin.