Fuat Onen: Tirkiye dikare ligel Hikûmeta Sûriyê li hev bike

Çavdêrê siyasî Fuat Onen diyar dike ku kêşeya Tirkiyê li Sûriyê desthilata Kurdistanê ye û hewl didin yekîtiya rojavayê Kurdistanê têk bibin.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Çavdêrê siyasî Fuat Onen diyar dike ku kêşeya Tirkiyê li Sûriyê desthilata Kurdistanê ye û hewl didin yekîtiya rojavayê Kurdistanê têk bibin, eger ev ji wan re garantî bibe, pir bi hêsanî dewleta Tirkiyê dikare bi Esad re jî li hev bike.

Fuat Onen ji Stenbolê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû li ser nêzîkahiya Tirkiyê ligel Rûsyayê û êrîş û gefên li ser Eyn Îsayê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Tevî ku Tirkiye dibêje ew li dijî desthilata Beşar Esed e, lê welatên herî nêz ên Tirkiyê jî, Rûsya û Îran in, ku ev her du welat li Sûriyê piştgiriya rejîma Beşar Esed dikin, li ser vê mijarê Fuat Onen diyar kir: “Birastî esas, dewleta Tirkiyê li hember Kurdistanê ye. Di salên 2011-2014an de bi Siûdî û Qeter û piştgiriya Amerîkayê li dij derketin û gotin 'emê Esad birûxînin', dûre him Amerîkiyan paşve gav avêtin, van du-sê salên dawî Tirkiye jî ji wê hedefê paşve gav avêtiye. Kêşeya wan li Sûriyê desthilata Kurdistanê ye û hewl didin yekîtiya rojavayê Kurdistanê têk bibin. Esas derdê wan ew e. Eger ev ji wan re garantî bibe, pir bi hêsanî dewleta Tirkiyê dikare bi Esad re jî li hev bike.”

Fuat Onen eşkere dike: “Gelek aliyên siyasî yên Tirkiyê dixwazin ku dewleta Tirkiyê rasterast têkiliyê bi rejîma Esad re deyne, heya niha Erdogan li dij derdiket, lê her ku li herêmê Erdogan teng bibe, mesela Kurdistanê ne têde, dikare bi her kesî re li hev bike.”

Onen destnîşan kir: “Kêşeya Kurdistanê bandorê li têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê dike, bandorê li têkiliyên Tirkiye û Ewropayê dike, di heman demê de bandorê li têkiliyên Tirkiye û dewletên herêmê dike.”

Çavdêrê siyasî Fuat Onen dide zanîn: “Ji bo Tirkiyê, li Rojhilata Nêzîk xetereya herî mezin Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî ye. Ji ber vê jî, him êrîşî başûrê Kurdistanê dike, him êrîşî rojavayê Kurdistanê dike û jixwe bakurê Kurdistanê kirine weke zindaneke vekirî, yanî divê em baş bizanibin siyaseta derve ya dewleta Tirkan, li ser nebûna Kurdistanekê ava dibe û ev helwesta wan bandorê temamê têkiliyên wan û dewletên cîhanê dike.”